Rêwerzên xwendinê

Li ferhenga fînlandî-kurmancî

  • 28 267 peyvên fînlandî hene
  • Hemû serpeyvan hevber yan jî hevberên xwe yên kurmancî hene
  • zanyariya wê, çawa peyva fînlandî diçeme yan jî çawa tê bilêvkirin
  • nimûneyên wê, çawa peyv tê bikaranîn

Ferheng bertekî ye. Wateya wê ew e ku bikaranîna ferhengê bi telefon, kompûter û tabletê hêsan e. Wêneyên nimûneyên vê rêwerzê ji ekrana kompûterê ne.

Serpeyv

Li destpêka nivîsara peyvê serpeyva fînlandî heye. Serpeyv bi tîpên ji tekstên din mezintir hatiye nivîsandin.

Şiklê serpeyvê

Serpeyvên ferhengê bi giştî di şiklê bingehîn de ne. Şiklê bingehîn yê lêkerê înfînîtîv e, wek antaa, itkeä, tulla, syödä, siivota. Şiklê bingehîn ê navdêr, rengdêr, cînav û hejmarnavanan nomînatîvê yekhejmar e, wek auto, idea, hyvä, se, kaksi. Hindek caran serpeyv şiklê pirhejmar e, wek sakset, häät. Hindek caran li pey serpeyvê zanyarî heye ”tav. mon.” anku adeten pirhejmar yan jî ”us. mon,” anku gelek caran pirhejmar in, wek nimûne liikennevalo, presidentinvaali.

Serpeyvên peyvên pêkhatî

Gava ku serpeyv peyva pêkhatî be, beşên wê li bin serpeyvê wek xeta berjor | veqetandî dixuyin.

Hejmar li pêş serpeyvê

Li pêş hinek serpeyvan hejmar heye (1., 2. yan 3.). Hejmara li pêş serpeyvê diyar dike ku, serpeyv hevbêje (homonîm) ye, ku ew peyv wek peyveke din tê nivîsîn, lê wateya wê cuda ye, bo nimûne 1. kuusi 'dara kajê' yan 2. kuusi 'şeş'.

Taybetî ji serpeyvan

Hinek serpeyv jî

  • kurtepeyv: hinek ku wek nivîsînê tên gotin (EMU) yan jî tîp-bi-tîp tên xwendin (DVD)
  • navê deveran (parzemînan, deryayan, golavan, çeman, giravan, çiyayan, dewletan, paytextan)
  • navê rêkxistinên navneteweyî yan jî yekîneyên Yekîtiya Ewropayê, dadgeh yan jî peymanên navneteweyî
  • navên têkildarî civaka fînlandî (Kela)
  • navên saziyên gelemperî (Arkadianmäki)
  • navên cejnên fînlandiyan (Kalevalan päivä)
  • navên zanistî yên heywan û riwekan herwiha li destpêka rûpela nivîsara peyvê li bin serpeyvê bi îtalîkî anku şikestexetî ne.

Destpêka rûpelê

Çemandina peyvê

Îşareta kodî ya li goşeya jor a aliyê rastê çemandina serpeyvê dide nîşan dan. Li îndeksa jorê hejmar, nîşana stêrkan û tîp tên bikaranîn.

Hejmar li îndeksa jorê. Hejmara li goşeya jor a aliyê rastê yê serpeyvê tabloya awayên çemandinê ya ferhenga Kielitoimistoyê diyar dike.

Stêrk li îndeksa jorê. Stêrka piştî hejmara awayê çemandinê nîşan dide ku peyv di bin pileya veguherînê de ye.

Tîp li îndeksa jorê. Tîpa li pey hejmar û stêrka pêkan li goşeya jor a aliyê rastê tabloya veguherîna ferhenga Kielitoimistoyê diyar dike.

Destpêka rûpelê

Cureyên peyvan

Piştî serpeyvê di nivîsara peyvê de zanyariya cureya peyvê heye (navdêr, rengdêr, cînav, hejmarnav, daçek, lêker). Peyva ku cureyê peyvê diyar dike bi îtalîkî hatiye nivîsîn.

Destpêka rûpelê

KS = linka ferhenga Kielitoimistoyê

Piştî zanyariya qala cureyên peyvan dike di nivîsara peyvê de kurtepeyva BN heye. Kurtepeyv wek lînka berdêla nivîsara peyvê ya ferhenga Kielitoimistoyê dixebite. Di ferhengê de serpeyvên wisa jî hene ku di ferhenga Kielitoimistoyê de tine ne û wê gavê lînk jî tine.

Destpêka rûpelê

Serpeyv

Ji bo serpeyvan hevberên kurmancî tên dayîn. Hevber bi rengê reş û nivîsa qelew in û di navbera wan de bêhnok hene.

Hevberê(ên) şîroveker. Eger bo sepeyvê ti hevbereke yekser tine be, wateya serpeyvê bi hevbereke şîrovekirinê tê pêşkêşkirin.

Hevbera şîroveker herweha dikare li pey hevberên din be jî. Wê gavê ew naveroka hevberê diyar dike.

Destpêka rûpelê

Koma wateyê(yan)

Wateyên cuda yên serpeyvê bi hejmaran ji hev hatine veqetandin.

Destpêka rûpelê

Kurtepeyvên warê bikaranîna peyvê nîşan didin

Di nivîsara peyvan de kurtepeyv bo vegotina warê bikaranîna peyvan tên bikaranîn. Kurtepeyv li nivîsara peyvan bi îtalîkî hatine nivîsîn.

Peyv yan jî gotin dikarin bibin

  • zimanê warê taybet (tekn., lääk., mus.)
  • zimanê rojane (ark.) yan jî awayê edebî (ylät.)
  • bi tona heqaretker (halv.), henekî (leik.) yan jî kevnbûyî (vanh.)

Ev diyarkirinên warê bikaranînê berî her tiştî amaje bi serpeyva bi zimanê fînlandî dikin. Wateyên kurtepeyvan bi zimanê fînlandî û kurmancî di tabloya kurtepeyvan de hatine diyarkirin.

Destpêka rûpelê

Nimûne ji bikaranîna peyvan

Di nivîsara peyvan de nimûneyên li ser bikaranîna serpeyvan hene. Nimûne hem bi fînlandî hem jî bi kurmancî ne.

Nimûne wateya peyvê ronî dikin hem jî bikaranîna wan ya tîpîk di hevokan de diyar dikin. Nimûne yan hevokên netamam in (hauska juttu, laitteen käyttöohjeet, piirretty elokuva) yan jî hevokên temam in (kirjoitin kirjeen käsin, tuulee kovaa, minkä hintainen tämä on?, älä konstaile vaan syö!).

Di nimûneyan de reksiyonên asayî tên nîşandan anku ew peyv çawa li gel hev tên çemandin (se kiinnostaa minua kovasti, kuuntelimme kaunista musiikkia, avaatko minulle oven?). Di nimûneyan de kes, dem û raweyên cuda yên rêzimanî hatine bikaranîn. Ji ber ku nimûne sade ne, hêsan e ku mirov wan li gor kes yan demên rêzimanî biguherîne.

Destpêka rûpelê

Şîretên bilêvkirinê

Li nivîsara peyvê şîreta bilêvkirinê heye, eger awayê bilêvkirinê peyveke ji nivîsandina wê cuda be. Bilêvkirin li pey serpeyvê de di goşekevanan de hatiye diyarkirin. Eger hem awayê li gor nivîsînê û hem awayekî din jî yê gotinê pêkan bin, nivîsara peyvê de herdu awa jî tên pêşkêşkirin: wek nimûne beige [beige t. beež].

Divê di şîretên bilêvkirinê de ev awayên diyarkirinê werin bikaranîn:

ŋ nîşana dengê ng yê pevheliyayî, nm. doping [doupiŋ]
š nîşana dengê bêlerz yê şînê, beramberî ş-ya kurdî nm. charterlento [š-]
z nîşana dengê bilerz yê beramberî ”s”, wek z-ya kurdî, nm. blues [bluus t. bluuz]
ž nîşana dengê bilerz yê beramberî “ş”, wek j-ya kurdî, nm. collegepusero [kolidž-]
ə nîşana navbera dengê ”e” û ”ö” yên fînlandî, wek i-ya kurdî, nm. catering [keitəriŋ]
w nîşana navbera dengê ”v” û ”u”, wek w-ya kurdî, nm. hardwear [haadweə(r)]
~ nîşana pozdengiya vokalê, nm. genre [genre t. žããr]
x nîşana şidandin an dubarekirina li sînorê peyvan, nm. kai [kaix t. kai]
´ nîşana giranî yan kirpandinê li pey kîteya girankirî ya serekî, nm. cappuccino [kapputšii´no]
vokalên dengdirêj bi du tîpan hatine destnîşankirin, nm. fleece [fliis]

Destpêka rûpelê

Kurtepeyvên di ferhengê de tên bikaranîn

alat. alatyylissä argo
amm. ammattinimike navê pîşeyan
anat. anatomia, anatominen leşnasî
ark. arkikielessä zimanê devkî
astrol. astrologia bircên felekê
biol. biologia biyolojî
el. eläintiede heywannasî
eläinlääk. eläinlääketiede tiba heywanan
ent. entinen berê
erisn. erisnimi navê taybet
farm. farmakologia, farmasia dermannasî
fil. filosofia felsefe
fon. fonetiikka dengnasî
fys. fysiikka fizîk
fysiol. fysiologia bedennasî
geol. geologia jeolojî, axnasî
geom. geometria jeometrî
halv. halventava heqaretî
hist. historia dîrok
ilm. ilmailu hewagerî
ilmat. ilmatiede hewanasî
jne. ja niin edelleen û her wek din
kasv. kasvitiede giyanasî
kem. kemia kîmya
kiel. kielitiede zimannasî
kirjap. kirjapainoala weşangerî
korttip. korttipelit papazanê, îskambîl
kosmet. kosmetiikka kozmetîka
kuv. kuvakielessä, kuvallisesti mecazî
kuvat. kuvataiteet nîgarvanî
käs. käsityöt destkarî
last. lastenkielessä, lapsille puhuttavassa kielessä zimanê zarokan
leik. leikillinen, leikillisesti henekî
liik. liikeala bazirganî
lyh. lyhenne kurtkirin
lääk. lääketiede tib, bijîşkî
maant. maantiede cografya
maat. maatalous ziraet
mat. matematiikka matematîk
mer. merenkulku deryavanî
mon. monikko, monikossa pirhejmar
mus. musiikki muzîk
myt. mytologia dastannasî
oik. oikeustiede huqûq
opt. optiikka bînahî
pol. politiikka siyaset
psyk. psykologia derûnnasî
rak. rakennusala avakirin
rautat. rautatieala rêhesin
ruok. ruokatalous, ruoka-ala xwarin
sähk. sähköala, sähkötekniikka elektrîk
slg. slangissa zimanê kolanan
sosiol. sosiologia civaknasî
sot. sotilasala leşkerî
t. tai yan
taipum. taipumaton neçembar
tal. taloustiede, talouselämä aborî
tav. tavallisesti adeten
tekn. tekniikka, tekninen teknîk
tekst. tekstiiliala cilûberg
teletekn. teletekniikka teleteknîk
tietotekn. tietotekniikka kompûternasî
tilastot. tilastotiede statistîk
tms. tai muuta sellaista yan tiştekî wisa
täht. tähtitiede stêrnasî
urh. urheilu spor
us. usein bi piranî
usk. uskonto, uskonnollisessa kielenkäytössä diyanet
valok. valokuvaus wênegirî
vanh. vanhentunut kevnbûyî
vars. varsinkin bi taybetî
yks. yksikkö, yksikössä yekhejmarî
ylät. ylätyylissä awayê edebî
yleisk. yleiskielessä zimanê giştî
ym. ynnä muu, ynnä muuta û her wek din

Destpêka rûpelê

Zanyariyên zêdetir li ser rastnivîsandina kurmancî

Di vê ferhengê de em hewl didin bi kurmanciyeke li gor kurmanciya nivîskî ya rûniştî binivîsin. Zanyariyên zêdetir li ser rastnivîsandina kurmancî li rûpela nasandina ferhengê li malpera kotus.fi-yê berdest e.

Li ser rastnivîsîna kurmancî

Destpêka rûpelê